Li gorî agahiyên ku ji Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê hate girtin, li bajarokên Nubil û Zehra ya Helebê 12 leşker û alîgirên rêjînê di bombeyek li herêma fabrîqeyan hate teqandin û hin ji wan ji ber guleyan qernasan hatin kuştin. Li aliyê din li parzgeha Hema ya Sûriyê di encama şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozisyonê herî kêm 20 çekdarên opozisyonê û 13 leşkerên rêjîmê û alîgirên wan hatin kuştin.
Li aliyê din jî hate gotin ku çeteyên DAIŞ´ê herêma Eqairib a rojhilatê Hemayê topbaran kir. Di encamê de leşkerekî rêjîmê hate kuştin. Li nêzî heman herêmê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞ´ê pevçûn derketin. Di pevçûnan de kuştî û birîndar hene lê derbarê hejmarê de tu agahî ne hatine bidestxistin.Hêzên rêjîmê bi helîkopteran gundê Erbeyîn a bakuê Hema topbaran kir, lê derbarê endamê de tu agahî ne hatine bidestxistin.