ŞemdinliHaber

Li Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê 10 çete hatin kuştin

Güncel

Li herêmên bejahî yên Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê, di encama çalakiyên YPG’ê yên li dijî çeteyan û pevçûnên hatine jiyandin de, 10 çete hatin kuştin û 2 wesayît hatin rûxandin.

Li herêmên bejahî yên Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê, di encama çalakiyên YPG’ê yên li dijî çeteyan û pevçûnên hatine jiyandin de, 10 çete hatin kuştin û 2 wesayît hatin rûxandin.

Navenda Ragihandina YPG’ê der barê mijarê de, di malpera fermî ya YPG’ê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

“Duh di seatên êvarê de hêzên me li başûr rojhilatê Serêkaniyê operasyonek lidar xistin. Şervanên me kampekî çeteyên DAIŞ’ê ya di navbera gundên Dehma û Rawiya de hedef girtin. Hêzên me, li nêzikî gundê Ebu Eras ê ku di heman herêmê de ye komên çeteyên ku bi armanca takwiye dixwestin were qadê jî kirin hedef. Di operasyonê de hemû noqteyên hatibûn hedef girtin bi bandor hatin lêdan û di encamê de 6 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.

Li nêzîkî gundê Tiwêna yê giredayî Hasekê, di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunek dem kurt hatiye jiyankirin. Di pevçûna ku di navbera gundên Tiwêna û El Sidiq de hate jiyandin de wesayîtek çeteyan hatiye rûxandin û 3 endamên çeteyan hatine kuştin.

Duh di seatên beriya nîvro de çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser çeperên hêzên me yên di navbera gundên Xêbîş û Til Şamîram ên giredayî Til Temir. Hêzên me bersivek tund dan çeteyan û êrîş zivirî pevçûnê. Piştî pevçûnê komên çeteyan neçar man birevin. Hêzên me li vir wesayîtek çeteyan rûxandin û kuştiyekî çeteyan tespit kirin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.