Berxwedana Kobanê ya dîrokê bi operasyonên azadkirina gundan a bi pêşengiya YPG û YPJ’ê didome, rola pêşeng a jinan ya di têkoşîna azadiyê de carek din nîşan da. Ji 15’ê Îlonê û vir ve ku êrîşên li dijî Kobanê destpê kirin, heta niha jinên ji gelek cihên Kurdistanê hatin û di parastina Kobanê de cihê xwe girtin, xwe ji bo avakirina Kobanê xwe amade dikin. Jinên ku bi tililiyên xwe xelekên DAIŞ’ê şikandin, jiyana nû jî bi hêza ku ji berxwedanê girtine rêxistin dikin. Fermandara YPJ’ê Berîtan Kobanê berxwedana jinê û pêvajoya jinûva avakirinê vegot.
Kobanê da zanîn ku li Kobanê bi pêşengiya şervanên jin Arîn Mîrxan, Revan, Baran, Zehra û Hebûnê berxwedanek mezin tê nîşan dan û got ew serketina Kobanê diyarî jinên şervan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd yê çar parçeyê Kurdistanê dikin. Kobanê bi lêv kir ku têkoşîna bexwedan û azadiya jinê bi pêşengiya Bêrîtan û Zîlanan destpê kiriye û got serketin ji bo Rojhilata Navîn bûye sembol û wiha got: “Îro berxwedana li Kobanê tê nîşandan mîrateya wan e.”
Kobanê bi lêv kir ku her jina ku li Kobanê şer dike, guleya dawî ji bo xwe vediqetîne û jin xeleka çeteyên DAIŞ’ê bi tililiyan şikandine û wiha berdewam kir: “Jin li Kobanê bi vî ruhî li ber xwe didin. Me ev mîrate ji Rêbertiya xwe û rêwiyên heqîqetê girtiye. Berxwedana Kobanê, li dijî feraseta ku jinê dike kole derketiye. Ji Kurdistan û gelek cihên cîhanê jin tevlî berxwedana Kobanê bûn. Rola pêşeng a jinê careke din derketiye holê. Jinên li vir li ber xwe dan û zîhniyetek tine kirin û destan nivîsîn. Berxwedana Kobanê careke din danî holê ku jin dikare di her astê de rola xwe bilîze. Kobanê ji DAIŞ’ê re bû cehenem. “
Kobanê destnîşan kir ku YPJ ne tenê ji bo Kobanê ji bo azadiya hemû jinên Rojhilata Navîn têkoşîn meşandiye û wiha got: “Modernîteya kapîtalîst her roj ji jinê parçeyekê digire. Tecawizê bedena jinê dikin, zilmê li jinê dikin. YPJ’ê li Kobanê ji bo azadiya hemû jinan têkoşîn meşnad. Li aliyê din yê cîhanê canê jinekê biêşe, canê me jî diêşe. Em bi vî rengî têkoşînê dimeşînin. Serkeftina Kobanê zîhniyeta serdest tune kiriye.”
Kobanê da zanîn ku sekn, parastin û rêxistibûna jinê ya li Kobanê didome û wiha berdewam kir: “Jin rengê jiyanê ye, jin li ku be jiyan li wir e, moral û dîsîplîn heye. Li vir pirsa wê çawa be jî girînge. Guherî teqez çêbû û wê bibe jî. Wê akademî û malên jinan bê avakirin. Li van akademiyan ne tenê jinên Kobanê wê jinên Rojhilata Navîn jî perwerdehiyê jî bibînin. Bila derbas bibin jî ku xwe nas bikin.”
Kobanê desnîştan kir ku jinên ji berxwedanê re pêşengî kirine wê ji avakirina Kobanê re jî pêşengiyê bikin û got: “Kobanê wê bi destê jinê bê avakirin. Li Kobanê wê têkoşîna hevpar esas bê girtin. Şerê me şerê mirovahiyê ye. Şerê me ji bo hemû gelan û bindestan e.”
Kobanê got ku li Bakurê Kurdistanê Kongreya Jinên Azad (KJA) hatiye îlankirin, silav dike û wiha axivî: “Ez hemû jinên di KJA’yê de cih digirin pîroz dikim, têkoşîna wan silav dikim. Vê hêz û moral da me. Em piştgiriyê didin."