ŞemdinliHaber

Li eniya rojavayê Kantona Cizîrê 17 çete hatin kuştin

Güncel

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê berxwedana hêzên YPG’ê li eniya berxwedanê ya rojavayê herêma Cizîrê de diyar kir ku di encama pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de 17 çete hatine kuştin û tirimpêleke wan a doçka li ser jî hatiye rûxandin.

Di daxuyaniya navenda çapemeniya YPG’ê de wiha hate gotin: “Pevçûnên di navbera hêzên me û komên çeteyan de li eniya rojavayê Kantona Cizîrê berdewam dikin.

Hêzên me şevê din li nêzîkî gundê Menacîr ê giredayî Til Temirê li hemberî komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di çalakiya ku Girê Fattûn a di destê çeteyan de bû hat hedefgirtin de pevçûnên dijwar hatin jiyankirin. Di encama pevçûnan de hêzên me Girê Fattûnê rizgarkirin. Di heman pevçûnan de li vê qadê qasî hat zelalkirin 16 çete hatin kuştin. Her wiha tirimpêlek ku doçkeya 14,5mm li ser hatibû barkirin hate rûxandin. Hêzên me li vir tevî 4 termên çeteyan dest danîn li ser 4 roketavêja B7, 4 kleş, 3 BKC û gellek cebilxaneya van çekan.

Her wiha hêzên me li gundê Til Xenzîr ê giredayî Serêkaniyê jî li hember çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî çeteyek hate kuştin.”

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.