ŞemdinliHaber

Li Aşmê şahiya pîrozkirina rojbûna Ocalan

Güncel

Bi boneya 66’emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocaln hêzên YPJ’ê li gundê Aşmê ya rojavayê Kobanê şahiyek organîze kir.

Di şahiya ku li qada gundê Aşmê ya rojavayê Kantona Kobanê hate li dar xistin de Fermandarê YPG’ê Mehmûd Berxwedan, Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) Ebdil Selam Ehmed, Hevserokê Meclîsa TEV-DEM’ê li Kobanê Ehmed Şêxo, bi sedan şervanên YPG’ê û YPJ’ê û welatiyên gundê rojavayê Kantonê amade bûn.

Qada ku şahî lê hat li dar xistin bi wêneyên tekoşeran, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alên YPG’ê û YPJ’ê hate xemlandin.

Şahiyê bi deqeyekê rêzgirtin dest pê kir. Piştre Fermandarê YPG’ê yê eniya rojava ya Kantona Kobanê Sorxwîn Kobanê axivî û rojbûna Ocaln li tevahî gelê Kurd û şervanên YPG’ê û YPJ’ê pîroz kir.

Sorxwîn destnîşan kir ku rojbûna Ocalan robûna azadiyê, mirovahiyê û jiyana azad a gelên bindest bi taybet a jinan e. Sorxwîn got ku felsefeya Ocalan çavên gelan û jinan li rastiya wan vekirin û ew bi daxwaza azadiyê hisandin.

Piştî axaftinê şîranî ji aliyê şervanên YPJ’ê ve li beşdaran hate belav kirin. Şahiyê bi pêşandana şanoyekê li ser berxwedana Kobanê û serkeftina li hember çeteyan ji aliyê koma hêzên YPJ’ê ve dom kir.

Şahî bi gerandina govendê li ber stranên şoreşgerî û dirûşmeyên “ Bijî Serok APO” û “Bijî berxwedana YPG’ê li Kobanê” bi dawî bû.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.