Li Amedê ji kesên di bûyerên piştî meşa bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin. Di bûyeran de jê 18 zarok 29 kes hatibûn binçavkirin.
Duh piştî îfadeyên li Midûriyeta Polîsan a Amedê sewqî dozgeriyê hatibûn kirin û ji kesên hatin binçavkirin 18 zarok û kesekî din piştî îfadeyên dozgeriyê serbest hatin berdan.
10 kesên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin. 10 kesê sewqî dadgehê hatin kirin jî bi îdîaya "Ne endamên rêxistinê ne, lê li ser navê rêxistinê sûc kirine" hatin girtin.