Fabrîka li 9. kîlometre rêya bejayî ya Bûrsa-Yalovayê ye. Nêzî 4 hezar û 500 karkerî piştî vardiyeya 16.00-24.00’an baxçeyê tesîsê terk nekirin û çalakî dan destpêkirn. Karkerên vardiyeya din jî beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî çalakiya xebatkarên Fabrîkaya Oyak Renaultê, xebatkarên fabrîkaya TOFAŞ’ê ya li bajar e, dest bi çalakiyê kirin. Karê li fabrîkayê, piştî çalakiya mijara gotinê sekinî.
SENDÎKAYÊN ZER NE LI ALIYÊ KARKERAN E
Karkerên li hundirê fabrîkayê û baxçeyên wê çalakiya xwe didomîn, diyar kirin ku Sendîkaya Metal Turk a girêdayê Turk-Îş mafê wan naparêze, bênavber dirûşmên li dij rêveberên wê berzkirin û bertekên xwe anîn ziman.
Li ser navê çalakgeran Faruk Akkuş axivî û got ku ev 8 sal e di TOFAŞ’ê de dixebite û 4 caran peymana Sendîkaya Metalê dîtiye. Akkuş bi lêv kir ku ev peyman mafê karkeran naparêzin.