Bi armanca alîkariya gelê Kobanê, duh şandeyek ji Şaredariya bajarê Bedlîsê û naçeyên wê derbasî Kantona Kobanê bû.
Endamên şandayê destnîşan kirin ku gelê bajarê Bedlîsê û navçeyên wê alîkariyek ji 6 kamyon ard û 3 kamyon xwarin ji bo gelê Kobanê şande.
Piştî derbasbûna şandeyê, duh êvarê jî alîkariya ku hatiye şandin, di Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê re derbasî Kobanê hate kirin.
Alîkarî ji aliyê Saziya Alîkarê û Geşkirinê ya Kobanê ve hate wergirtin.