Di roja duyemîn a civîna meclîsa meha Adarê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de, endamê Meclîsa Şaredariya Westanê Tahsîn Aktî û xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Metîn Altindaş ên 8’ê Adarê li Kobanê pê li mayîna ku çeteyên DAIŞ’ê bi cih kiribûn, jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn. Ji bo Aktî û Altindaş deqeyek rêz hat girtin û piştî dûayên hatin xwendin endamên meclîsê hestên xwe yên der barê Aktî de anîn ziman.
Serokwekîlê Meclîsa Şaredariya Mezin Cahît Bozbay destpêkê axivî û ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane û gel re sersaxî xwest. Bozbay anî ziman ku rojek bi êş jiyane û ew di şexsê hevalên xwe de hemû kesên şehîd ketine bibîr tînin. Bozbay got ku di van rewşên wiha de gotin namîne mirov bike, jiyan didome lê ev êş naqede.