55 rêxistinên jinan ên li Ewropayê, li ser hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê deklarasyonek weşandin.
Di deklarasyonê de hat gotin, "Em li dijî polîtîkayên kolekirina jinê, paşverûtî, tinekirin, beralîkirin û yekkirinê ne. Em rêveberiyeke baviksalarî, paşverû, şoven, dîktayeke faşîst û sîstema serokatiyê naxwazin" û şîdeta li hemberî jinê, zayendîperestiya li qada perwerdeyê û gotinên zayendîperest ên rayedarên hikûmetê li hemberî jinê bilêv dikin, hatin şermezarkirin. Di deklerasyonê de hat destnîşankirin sîstema keda jinê talan dike ji aliyê jinan ve tê redkirin û hat gotin, "Em jin jiyaneke nû ya wekhev, azad, adîl û bi rûmet dixwazin."
JINAN BERSIV DAN PIRSA 'ÇIMA HDP'
Jinên dan xuyakirin ku ew ê destekê bidin, sedema vê yekê jî wiha rave kirin:
"HDP: Partiya yekane ye; ku hêzên ji bo rizgariya ked û bindestan; ji bo aştî, azadî û edaletê bi hev re têdikoşin e.
HDP: Partiya yekane ye; ku însanbûyîna jiyanê, cihêkariya pozîtîf a ji bo jinan li her qadên jiyanê (mal, kolan, qada cemaweriyê, polîtîka, rêxistinî, jiyana kar û mekanîzmayên rêveberiyê), temsîliyeta wekhev û azadiya jiyana jinê weke wezîfeya bingehîn ji xwe re dibîne.
HDP: Partiya yekane ye; ku ji navendê heta rêveberiyên herêmî li her qada rêxistinbûyîna xwe, bi sîstema Hevserokatî û kotayê re temsîliyeta wekhev a di siyasetê de kiriye neçariye.
HDP: Partiya yekane ye; ku li dijî sîstem, pêkanîn û polîtîkayên bi serdestiya mêr, li dijî her şêwe şîdeta li hemberî jinê têdikoş e, ji bo dawî li kuştina jinan bê anîn, jiyana jinan bê ewlekirin têdikoşe û pîvana 'Di naskirin û lêpirsîna şîdeta zayendî ya li dijî jinê de beyana jinê esas e' diparêze.
HDP: Partiya yekane ye; ku xwedî li daxwaza heqdestê wekhev ê kedkar û karkerên jin derdikeve, ji bo li qada kar astengiyên li pêşiya jinê werin rakirin û neheqî ji holê bên rakirin, têdikoşe.
HDP: Partiya yekane ye; ku keda jinê ya li nava malê dide xuyakirin, j bo qezençkirina mafên civakî yên jinên kedkarên malê, têdikoşe.
HDP: Partiya yekane ye; ku pêwîstiyên jinê weke karê sereke dibîne û bi pîvana cihêkariya pozîtîf a ji bo jinê xizmetê dide.
HDP: Partiya yekane ye; ku jin lê dikarin yekser dest li hemû rêveberiya werbidin û xwe ji kontrola Meclîsên Jinê re vedike.
HDP: Partiya yekane ye; Hemû pîvan û sînorên zayendîperest red dike, ji bo jin di nava civakê de bibe xwedî nasnameyeke wekhev, azad û bi rûmet têdikoş e.
HDP: Partiya yekane ye; polîtîkaya 'Her civak bi qasî azadbûna jinê azad e' esas digire.
HDP: Partiya yekane ye; çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha aştî, demokrasî, mafên wekhev û yekîtiya dilxwaz diparêze, hiqûqa welatîbûna wekhev û azad diparêze.
HDP: Partiya yekane ye; ku dixwaze dersên olî yên ji neçarî werin rakirin, zextên li ser Elewî, Xiristiyan, Mûsevî, Êzidî û hemû komên din ên çandî û baweriyan bên rakirin, azadî û mafê welatîbûna wekhev ji hemû gel û baweriyan re bê naskirin.
HDP: Partiya yekane ye; jiyaneke azadîparêz û wekhev diparêze ku homofobî û transfobî lê nîne, mirov ji ber meyla xwe ya zayendî û nasnameya zayendî lê nayên kuştin û rastî cihêkariyê nayên.
HDP: Partiya yekane ye; hebûneke civakî ye ku xwe dispêre hevgirtina dilxwaz û cihê rengiyê, ku wê dawî li feraseta antî demokratîk, burokratîk û zayendîperest a dewletê bîne.
HDP: Partiya yekane ye; banga Jiyana Nû ye ku gel xwe lê yekser bi rêve dibe, cihêkariya etnîkî, olî, zayendî û neteweyî nîne, cihêrengî xwe bi awayekî azad û bi serbilindî lê bilêv dikin, karker, kedkar û bindest xwedî mafê gotin, erk û biryardayînê ne."
Di deklarasyonê de bang li hemû jinên koledariyê red dikin hat kirin ku li dora HDP'ê bicivin.
RÊXISTINÊN ÎMZE AVÊTINE BINÊ DEKLARASYONÊ
"1. Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB)-Ewropa
2. TJK-E (Tevgera Jinen Kurd- Ewropa)
3. Yekîtiya Jinên Elewî ya Ewropayê
4. Jina Nû
5. Meclîsa Jinan a Êzidî ya Berîvan
6. Komîsyona Jinan a Malajiyanê
7. Sekretera Giştî ya Federasyona Yekîtiya Elewiyên Belçîka Fatma Bînîcî
8. Pêkhateyên Jinan a Federasyona Elewiyên Demokratîk
9. Buroya Aştiyê ya Jinan a Cenî
10. Nûneriya Tevgera Jinan a Kurd ya Navneteweyî
11. Meclîsa Jinan a Ronahî ya Lîege
12. Meclîsa Jinan a Anvers Slava
13. Meclîsa Jinan a Berîtan a Zurîhê
14. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan a Luzern
15. Meclîsa Jinan a Asrin Denîz a St.Gallen
16. Komuna Jinan a Arjîn Garzan a Winterthur
17. Meclîsa Jinan a Ronahî ya Baselê
18. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan a Weil am Rhein
19. Meclîsa Jinan a Pinar a Solothurn
20. Meclîsa Jinan a Rojbîn a Arau
21. Meclîsa Jinan a Mîzgîn a Bernê
22. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan a Bîel
23. Meclîsa Jinan a Ronahî a Den Haagê
24. Meclîsa Jinan a Rojbîn a Amsterdam
25. Meclîsa Jinan a Fatoş Saglamgoz a Arnhem
26. Meclîsa Jinan a Kurd ya Danîmarkayê
27. Meclîsa Jinan a Amara ya Stockholmê
28. Meclîsa Jinan a Roj a Londonê
29. Meclîsa Jinan a Arîn Mîrxan a Marsîlyayê
30. Meclîsa Jinan a Çîçek Botan a Evry
31. Meclîsa Jinan a Zîn a Parîsê
32. Komeleya Jinan a Avesta ya Viyan
33. Însiyatîfa Jinên Kurd a Kibrisê
34. Însiyatîfa Jinan a Kurd ya Sydney û Melbron
35. Komeleya Jinan a Kurd ya Toronto
36. Meclîsa Jinan a Destan a Berlîn
37. Meclîsa Jinan a Rojbîn a Hamburgê
38. Meclîsa Jinan a Ronahî ya Hannoverê
39. Meclîsa Jinan a Arîn ya Esslîngen
40. Meclîsa Jinan a Arîn ya Freîburgê
41. Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfurtê
42. Meclîsa Jinan a Sara ya Darmstad
43. Meclîsa Jinan a Berçem a Gîessen
44. Meclîsa Jinan a Sara ya Bonnê
45. Meclîsa Jinan a Viyan a Kolnê
46. Meclîsa Jinan a Rozerîn ya Dortmundê
47. Meclîsa jinan a Denîz Firat a Aachen
48. Meclîsa Jinan a Nucan a Leverkusen
49. Meclîsa Jinan a Viyan a Wuppertal
50. Meclîsa Jinan a Fîdan a Hagen
51. Koordînasyona Jinan a Navenda Çanda Dêrsîmê (London)
52. Komîsyona Jinan a Kom a Alxas-Kistik (London)
53. Komîsyona Jinan a Komeleya Piştevanî û Çanda Kaşanlilar (London)
54. Jinên ji Navenda Piştevaniya Kirkisrak (London)
55. Jinên Paz-DER’î."