Heyeta ku di Deriyê Murşîdpinar re derbasî Kobanê bû, ji aliyê Alîkarê Meclîsa Rêveber a Kobanê Xalid Bergel, Serokê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kobanê Mistefa Ebdê, Serokê Desteya Bazirganî û Aborî ya Kobanê Mehmûd Bozan û hin muhendisên Kobanê ve hatin pêşwazîkirin. Heyetê berê xwe da navenda rêveberiya xweseriya demokratîk da ku bi rayedarên kantonê re bicivin, rêbaz û çawaniya beşdarbûna wan di avakirina Kobanê de, giftûgo bikin.
Muhendisên serdana Kobanê kirine ji Amedê ne û karê wan xebatên cuda cuda wekî avakirin, derxistina cenazeyan ji nava bermahiyan, çandinî, elektrîk û hwd in. Şandeyê li gel xwe ambulansek û amûreke pîvanê bi xwe re derbas kirin.