'EM Ê DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 8'ê Nîsanê roja dubarekirina banga têkoşîna li dijî nîjadperestî û cihêkariya li gelek welatên cîhanê li hemberî Romanan tê kirin e û hat gotin, "Em careke din diyar dikin ku piştevaniya têkoşîna Romanan a ji bo welatîbûna wekhev dikin û ji bo mafên xwe yên wekhev bikar bînin, em li gel wan in."
HDP'ê da zanîn ku Roman bi pirsgirêkên giran ên bêkarî, xizanî, tenduristî, perwerde û stargehan re rû bi rû ne û neçar mane bi mexdûriyetên ji ber cihêkarî û pêşhukman re mijûl bibin.
'NEÇAR HATIN HIŞTIN DI NAVA MERCÊN NE ÎNSANÎ DE BIJÎN'
HDP'ê da xuyakirin ku Romanên di salên dawî de xwe birêxistin kirin ji bo wergirtina mafên xwe têdikoşin û got, "Roman, Tirkiye jî di nav de li çar aliyên cîhanê neçar hatin hiştin ku di nava mercên ne însanî de bijîn. Em piştevaniya Romanan dikin û biryardariya me ya têkoşîna li gel wan, wê dewam bike."