Gerîlayên HPG’ê Armanc Kurd ku di dema êrîşa Kerkukê de bi giranî birîndar bû, li nexweşxaneyê ligel hemû mudaxaleyên doktoran duh êvarê saet di 01.00’ê de şehîd ket.
Gerîla Armanc Kurd ji bajarê Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê bû û piştî êrîşên DAIŞ’ê yên li dijî Kerkûkê dijwar bûn çibû herêmê. Şehîd Armanc di rizgarkirina gundên di destê DAIŞ’ê de yên derdora Kerkukê de rola aktîf lîstibû.
Hat hînbûn ku wê cenazeyê şehîd Armanc wê di saetên nîvro de ji nexweşxaneya Kerkukê bê girtin û bibin Qendîlê û li wir jî wê li Şehîdgeha Şehîd Mehmet Karasungur bi merasîmek leşkerî bê definkirin.