Fermandar Can, pêvajoya hilbijartinê û pêvajoya çareseriyê ji ANF'ê re nirxand.
Can anî ziman ku ew jî pêvajoya hilbijartinê bi baldarî û ji nêz ve dişopînin diyar kir ku hilbijartinên giştî ji hilbijartinekê bêhtir girîng bûye. Can destnîşan kir ku desthilatdariya AKP'ê weke projeke Amerîkî rola xwe temam kiriye û got, "HDP weke alternatîfeke rasteqîn derdikeve holê. Weke eniya têkoşîna demokratîk û şoreşgerî ya yekbûyî HDP, eger bendê derbas bike û li Meclîsê were temsîlkirin, wê bandorê li guhertina rewşa siyasî û hemû hevsengiyên hundirîn bike. Eger xebateke baş were meşandin, ji derbasbûna ji bendê wêdetir wê HDP rêjeyek bilind a dengan bi dest bixe. Di roja îro de yekane hêza ku mîna li jiyana civakî û siyasî zorê dide AKP'ê, di sindoqan de jî ya zorê dide AKP'ê, HDP ye. Ev yek rasthatinek nîne. Hemû dane nîşan didin ku projeya HDK û HDP çiqasî di cih de ye."
Fermandar Can da xuyakirin ku AKP dibîne nêzî destpêka dawiya xwe bûye û ragihand ku têkçûna AKP'ê bi hilweşandina benda hilbijartinê ji aliyê HDP'ê ve girêdayî ye. Can diyar kir ku AKP ji bo pêşî li vê bigire çi ji dest tê dike.
Fermandar Ferzad Can destnîşan kir ku yeka hêza dikare projeya serokatiyê ya Erdogan pûç bike dîsa HDP ye û got, "Erdogan siyaseta rageşî û tengavkirina civakê dimeşîne. Ti pîvanan nas nake. Hikûmet jî bi meşandina siyaseta rageşiyê ya bi kontrol re Erdogan temam dike. Provokasyona destpêkê û ya herî girîng ji aliyê Erdogan ve bi dijderketina li mutebeqeta Dolmabahçeyê rû da. Dûre tevgera leşkerî li Kurdistanê zêde bûn. Li Agirî dan destpêkirin. Bi êrîşên çekdarî yên li hemberî buroyên HDP'ê re ev pêvajoya provokasyonê tê kûrkrin. Eger ji vê jî nikaribin encamê bi dest bixin, dibe ku serî li êrîşên mîna sûîqestê bidin. Ev provokasyon û êrîş dibe ku li rojavayê welêt jî bixin meriyetê. Lê belê provokasyonên AKP'ê, weke mînaka Agiriyê ji aliyê HDP û gelê me yê Kurd ve hatin pûçkirin. Tevî vê yekê AKP wê di sindoqê de jî serî li her şêwe fen, dek û dolaban bide. Encama bi provokasyon û êrîşan bi dest nexistî, wê hewl bide bi fenên li sindoqan bi dest bixe. Ji ber van hemû sedeman divê em hişyar bin, provokasyonên AKP'ê pûç bikin û parastina cewherî ya aktîf bimeşînin. Ya rast; AKP û Erdogan neçar e pêşî li têkçûna xwe bigirin, HDP û gelên me jî neçar in bi ser bikevin. Çete û hikûmeta Erdogan, wê êrîş û provokasyonan bi taybetî li Rojava di rojevê de bihêlin û bi vî rengî hewl bidin meyla gel biguherînin."
YA ŞER YAN JÎ ÇARESERÎ Û AŞTIYEKE DEMOKRATÎK
Ji Fermandarên Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû Ferzad Can ji bo pêvajoya çareseriyê jî diyar kir ku diyar e pêvajo nameşe got, "Tevî hemû hewldanên Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan, mirov nikare bêje ku pêvajo dimeşe. Erdogan û AKP hînê di meşa mijûlkirinê de israr dikin."
Can anî ziman ku Tevgera Azadiye ya Kurd bi agirbest û mutebeqeta Dolmabahçeyê re, bi dewletê re paşde gav daye avêtin û destnîşan kir ku di kesayetiya Abdullah Ocalan de naskirina hebûna neteweyî ya Kurdan ji aliyê hikûmeta AKP'ê û dewletê ve û di mijara înkarê de paşde avêtina gavê, destketiyên girîng ên gelan e.
Can got, "Ji vê pêvajoyê veger nîne. Pêvajo nîşan dide ku AKP û faşîzma mêtînger a înkarkar, dest ji xebat fetisandina şoreşa Kurdistanê û tinekirina tevgera azadiyê ya neteweyî ya Kurd a bi demê re, bernedaye. Ev armanca bingehîn a Erdogan û AKP'ê îro jî dewam dike. AKP pirsgirêkê bi mafên çandî û şexsî re bi sînor dike û qaşo çareseriyekê ferz dike. Eger ji vir jî encamekê bi dest nexe, wê careke din li şer vegere. Li gorî encamên hilbijartinê AKP û dewlet wê berê xwe bide tercîhekê. Êdî rê qediya ye; ya şer yan jî çareserî û aştiyeke demokratîk e; navbera van nîne."
'DIBE KU DAIŞ ÊRÎŞÊN XWE YÊN LI ROJAVA ZÊDE BIKE'
Ji fermandarên MLKP'ê Ferzad Can bal kişand ser xeteriya rêxistina çete DAIŞ'ê ya li hemberî Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn û diyar kir ku her çend DAIŞ li Kobanê hat têkbirin û li Kantona Cizîrê hat qelskirin jî, hînê li ser şoreşa Rojava û gelên Rojhilata Navîn xeteriyeke rasteqîn e.
Can diyar kir ku duh parastina Kobanê derdiket, lê îro avakirina wê li pêş e û anî ziman ku tevî vê jî parastina şoreşa Rojava hînê mijareke rojane û pêşhatî ye. Can bibîr xist ku DAIŞ'ê piştî têkçûna li Kantona Kobanê êrîşên xwe yên li hemberî Kantona Cizîrê zêde kir û got, "Mirov nikare bêje ku DAIŞ'ê xwe li vir girt. Diyar e hêzên emperyalîst û dewletên herêmê yên paşverû dixwazin DAIŞ'ê li Başûrê Kurdistanê û Iraqê qels bikin û eger ji wan bê wan ji van deveran biqewirîne û bi vî rengî li Sûriyeyê (bi taybetî jî li Rojava) ji wan re qadeke tevgerê vekin. Ev yek jî tê wê wateyê ku wê di dema pêş de êrîşên giran ên DAIŞ'ê li hemberî Rojava careke din bikevin rojevê. Aşkera ye ku parastina destketiyên şoreşa Rojava hînê gelekî girîng e. Gelên me bi wezîfeya parastina şoreşa Rojava re rû bi rû ne. Bi taybetî jî divê tevgera şoreşgerî ya Tirkiyeyê vê rastiyê bibîne, şoreşa Rojava weke şoreşa xwe bibîne, vê xetê kûr bike û dawî li rewşa xwe ya têkiliyeke qels datîne, bîne."
Ji Fermandarên Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû Ferzad Can der barê 1'ê Gulanê de jî ev peyam da:
"Aliyê xweser ê 1'ê Gulana îsal, rasthatina wê li pêvajoya hilbijartinê ye. Ji ber vê yekê divê çîna karker û gelên me di 1'ê Gulanê de hîn bêhtir bi girseyî û coşeke mezin dakevin qadan. Divê coşa Newrozê bigihîne 1'ê Gulanê, coşa 1'ê Gulanê jî bi xebat û serketina hilbijartinê tacîdar bike. Di destpêkê de em 1'e Gulanê li çîna karker û gelên me, şervanên li çeperên Rojava, Şengal û Kobanê şer dikin pîroz dikin û li van çiyayên Krudistanê yên hatine azadkirin em silavên xwe ji qadên 1'ê Gulanê re dişînin."
SIBE: Şervanên ciwan ên Akademiya Huseyîn Demîrcîoglû sedema hebûna xwe ya li çiyê vegotin