ŞemdinliHaber

Femînîst: Em piştgiriyê didin HDP’ê

Güncel

Femînîstan diyar kirin ku ew di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de piştgiriyê didin HDP’ê û li ser malpera înternetê kampanyayek dan destpêkirin.

Femînîstan diyar kirin ku ew di hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê de piştgiriyê didin HDP’ê û li ser malpera înternetê kampanyayek dan destpêkirin.


Femînîstan gotin ‘Em dengên xwe didin HDP’ê û bang dikin ku dengan bidin HDP’ê’ û wiha berdewam kirin: “Cih girtina HDP’ê ya di meclîsê de li dij rejîma otorîter û dij-demokratîkbûnê, ji bo berfirehbûna qadên me yên siyasetê wê rêyekê vebike.”

Femînîstan di daxuyaniya xwe de wiha gotin: “Em dibînin ku HDP bi helwesta xwe ya li dijî navendîbûn û yek tîpî, bi siyaseta piranî ya pêşniyar dike, bi siyaseta xwe ya ji kolanê qut nabe û tenê siyasetê bi meclîsê nahundirîne, bi hedefên xwe yên naskirina nasnameyên bindest û daxwazan, aliyekî nû vedike. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiyeke mayîn de, hewceye HDP di meclîsê de cih bigire. Her wiha di serî de qezencên tevgera jinên Kurd û qezencên jinan a di HDP’ê de gelek girîng in.”

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.