ŞemdinliHaber

Cenazeyên 7 şervanan derbasî Bakur hatin kirin

Güncel

Cenazeyên 7 şervanên YPG’ê yên di berxwedana gundê Eşre ya Hesekê de jiyana xwe ji dest dane derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin.

Cenazeyên 7 şervanên YPG’ê yên di berxwedana gundê Eşre ya Hesekê de jiyana xwe ji dest dane derbasî Bakurê Kurdistanê hatin kirin.


Şervanên YPG’ê Sîpan, Ercan Akgunduz (Tekoşer Intîqam), Taner Kesercî (Merwan Pîro) û Sînan Erselan (Serhed Bargerî) 8’ê gulanê di berxwedana gundê Eşra ya Hesekê de jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên şervanan îro ji aliyê sedan welatiyên Qamişlo ve ji Mala Gel a Taxa Enteriyê ya Qamişlo wergirtin. Girseya ku û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û cangoriyan vekiribûn û  alên TEV-DEM, YPG û YPJ’ê hilgirtibûn û bê navber diurşme davêtin bi karwanekî wesayitan ber bi deriyê sînor ê Dirbsiyê ve derxistin rê.

Cenazeyên şervanên YPG’ê Cengîz Feşken ( Cûdî Gabar), Hesen Cûdî ( cûda Dilsar) û Fehmî Polat (Akif Ziyûkan) ên di 8 û 9’ê Gulanê di berxwedana gundên Hesekê û Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest dabûn biribûn Saziya Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê. Li vir jî bi sedan welatiyên bajarê Dirbêsiyê cenaze wergirtin û bi karwanekî wesayitan ber bi deriyê sînor ve bi rê ketin.

Karwanê 7 şervanan li herêma deriyê sînor a Dirbêsiyê gihişte hev. Li vir girseya ku posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wêneyên cangoriyan vekiribûn û alên TEV-DEM, YPG, YPJ’ê hilgirtibûn û bê navber diurşme davêtin cenaze ji tirampêan daxistin û cenaze li ser milan heta sînor meşiyan.

Girseya gel cenazeyên 7 şervanan bi diurşmeyan radestî girseya gel a Bakurê Kurdistanê kirin. Wê cenazeyên şervanan li cihê lê jidayîkbûne bi merasîman bêne oxirkirin.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.