Şervanê YPG’ê Jiyan Ergîn (Çiya Dêrik) di 19’ê Adarê de di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bû û ji ser deriyê Murşîtpinarê (Kobanê Serxet) anîn nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û ji wir jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiya Mehmet
Akîf Înan a Rihayê.Ligel hemû mudaxaleyan Ergîn nehat rizgarkirin û cenazeyê wî şandibûn morga nexweşxaneyê. Piştî otopsiya hat kirin malbata Ergîn ji Dêrikê hat û piştî teşhîskirina cenazeyê, ligel rêveberên MEYADER’ê berbi Dêrikê ve xistin rê.
Cenaze wê îro li taxa Zeytînpinar li Goristana Herêmiya bê definkirin.