Endamê Asayşê Ehmed Xilêf El-Ehmed 24’ê nîsana 2014’an de di teqîna bajarokê Til Xelef a Serêkaniyê de jiyana xwe jidest da. Cenazeyê El-Ehmed bi merasîmekê li goristana gundê Mextele yê Serêkaniyê ku lê ji dayîk bûbû, hatibû definkirin. Li ser daxwaza malbata El-Ehmed îro cenazeyê wî bi merasîmekê ji bo goristana Şehdî Rustem Cûdî hate veguhestin. Merasîma veguhestina cenazeyê El-Ehmed bi telîbûna Rêveberê Giştî yê Asayşa Rojava Ciwan Ehmed, dehan endamên asayîşê û welatiyên Serêknaiyê pêk hat. Piştî cenaze hatibû derxistin biribûn nexweşxaneya Roj a Serêknaiyê, cenaze ji vir hate wergirtin û bi kerwanekî tirmpêlan ber bi goristana Şehîd Rustem ya li gundê Berkevirê ya Dirbêsiyê ve derxistin rê.
Li goristanê merasîm hate lidarxistin, di merasîmê de turina leşkerî ji aliyê hêzên Asayîşê ve hate pêşkêşkirin. Piştre Rêveberê Asayîşa Rojava Ciwan Ibrehîm axivî û Endamê Asayîşê Ehmed El-Ehmed di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî û got: ˮ Di şoreşa Rojava xwîna kurd û ereban tevlî hev bû ye. Herêma Rojava ya hemû pêkhateyên wê ye û bi vê yekê dê berxwedana tê meşandin bighêje serkefin û azadiya demokratîk.ˮ Di dawwiya axaftina xwe de Ibrehîm de got biryara veguhestina cencazeyê Ehmed ji aliyê malbata ve biryareke raste û di cih de ye.
Di merasîmê de her wiha rêveberê Saziya Malbatên Şehîdan a Serêkaniyê Elî Xelîl axivî û got ku şehîd rêveberên menewîne û wan bi berxwedana xwe herêm parastiye. Li ser navê malbata Endamê Asayîşê Ehmed El-Ehmed jî axaftinek hate kirin û soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.
Piştî axaftinan cenaze bi diurşmeyan spartin axê.