ŞemdinliHaber

Cenazeyê Dag ê YPG'yî anîn Rihayê

Cenazeyê Dag ê YPGyî anîn Rihayê
Güncel

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Dag (Têkoşer Mêrdîn) ê di operasyona li gundê Cadê yê li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest da, anîn Rihayê.

Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Dag (Têkoşer Mêrdîn) ê di operasyona li gundê Cadê yê li başûrê Kobanê de jiyana xwe ji dest da, anîn Rihayê.


Operasyonên şervanên YPG/YPJ'ê yên pêngava duyemîn a azadkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê, dewam dikin. Cenazeyê şervanê YPG'ê Ercan Dag (Têkoşer Mêrdîn) ê di operasyona 12'ê Adarê ya li gundê Cadê de jiyana xwe ji dest da, ji Deriyê Sînor ê Kobanê ya Serxetê ji aliyê malbatê û rayedarên MEYADER'ê ve ji rayedarên kantonê hat wergirtin. Cenazeyê Dag anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê û piştî kar û barên li vir şandin Saziya Tipa Edlî ya Rihayê.

Hat ragihandin ku cenazeyê Dag, piştî otopsiyê wê ji bo veşartinê ji gundê Memika yê navçeya Mêrdîn Stewrê re were şandin.