'ÊDÎ HÊVIYA GELAN HEYE’
Baydemîr di axaftina xwe de got ku sedsal “Fermana avakirina aştiyê dide” û wiha dewam kir: “Ji ber pevçûn, lêdan, kuştinê êdî tevayî gelên me winda ne. Sedsal li Rojhilata Navîn sedsala hatiye windakirin e. Ji bo em sedsaleke din jî winda nekin ji bo tevayî gelên me, çandên me, baweriyên me bi wekhevî û biratî bijîn hêviyeke wan a nû heye. Ew hêvî HDP ye. Bi HDP’ê re Tirkiye careke din firsenda ku nefesê bistîne wergirtiye. Bi piştgiriya we înşallah sibeha 8’ê Hezîranê em ê li rojeke nû şiyar bibin.”