ŞemdinliHaber

Balûken: Gav neyê avêtin, hevdîtin bê wate ne

Güncel

Parlamenterê HDP'ê û namzetê rêza 1. ê Amedê Îdrîs Balûken diyar kir ku hikûmet û dewletê di pêvajoya çareseriyê de berê xwe dane neteweperestiyê.

Namzetên parlamenteriyê yên HDP'ê yên Amedê li Otela Kervansaray a Amedê bi rojnamevanan re li taştê kom bûn. Parlamenter Îdrîs Balûken ê di nava Heyeta Îmraliyê de cih digire di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku AKP hewl dide dengê jê kêm bûye, bi bikaranîna zimanê nîjadperestiyê bi dest bixe. 


Balûken ê hefteya bihurî bi rayedarên hikûmet û dewletê re rûnişt got, "Ji bo rêya diyalogê vekirî bimîne, em di nava hewldanan de ne. Ya ku divê were kirin, me ji wan re ragihand. Encamên operasyonên li Agirî Giyadîn û Roboskî me ragihand. Me diyar kir ku divê pêvajoya çareseriyê ji nû ve bikeve rojevê. Bendewariyên xwe me bi awayekî zelal anîn ziman. Em li benda helwesteke pratîkî ya hikûmet û dewletê ne. Em dibînin ku hem zerarê didin pêvajoya çareseriyê, hem jî bi helwesta xwe re zerarê didin HDP'ê. Divê Serokwezîr û hikûmet dest ji hezeyanên neteweperestiyê berdin û hay ji xwe hebin ku hikûmet in. Hêvîdarim ku wê gavên ji bo pêvajoyê xurttir bibin. Ya ku em dibînin, cemidandina pêvajoya çareseriyê di tevahiya dema hilbijartinê de ye. Em dibêjin ev ne rast e. Pêvajo ne tenê herêmê, Rojhilata Navîn jî eleqedar dike."

TI QÎMETA HEVDÎTINAN NÎNE

Balûken anî ziman ku piştî hevdîtinên heta roja îro bi hikûmet û dewletê re kirine ti aveke şênber nehatiye avêtin û got, "Em ne di nuqteya bilêvkirina gotineke din de ne. Ti qîmeta hevdîtinan nîne. Divê gava şênber were avêtin. Eger gava şênber were avêtin em ê binirxînin, neyê avêtin hingî ti wateya hevdîtinan nîne. Divê bandora siyasî ya hevdîtinan hebe. Başî, sererastkirin nebe, ti wateya trafîka hevdîtinan tineye. Lê belê ji bo qenal vekirî bimînin, em ê hevdîtinan dewam bikin."

Balûken da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê ji bo dengên jê çûne werbigire xwe avêtiye hembêza neteweperestiyê.

Balûken bal kişand ser polîtîkayên sansurê yên hikûmetê yên li hemberî azadiay raman û çapemeniyê û anî ziman ku tevî hemû pêşniyar pirsên wan ên li Meclîsê jî, binçavkirin û girtina rojnamevanan bi awayekî kêfî dewam dikin.

Balûken da zanîn ku ji bo biçin Îmraliyê weke heyetê wan serlêdan kirine, lê belê heta niha bersivek ji wan re nehatiye dayîn.

Sitemizden en iyi şekilde faydalanmanız için çerezler kullanılmaktadır.