Çavkaniyên wezareta parastina Iraqê diyar kirin ku hêzên artêşê ber bi rojhilatê Tîkrîtê ve pêşde diçin û gelek windayî dane çeteyan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 140 çete ji eniyê fîrar kirine, 2 ton teqemenî hatiye tinekirin. Wezareta parastinê ragihand ku herêma El Huzeyr jî ji çeteyan hat paqijkirin.
DÎSA BI KINCÊN JINAN HEWL DIDIN BIREVIN
Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ ji ber şerê dijwar ê li Tîkrît û derdora wê kincên jinan li xwe dikin û direvin Iraq û Başûrê Kurdistanê. Di medyaya lji herêmê weşanê dike, wêneyên çeteyên bi çarşef û rih tên weşandin. Hat diyarkirin ku hin çete beriya birevin hatine girtin.
DI NAVBERA TÎKRÎT KERKUKÊ DE 3 ÊRÎŞÊN XWEKUJÎ
Di şer û pevçûnên îro li ser rêya di navbera bajarê Tîkrît û Kerkukê de çeteyên DAIŞ’ê bi wesayîtên 3 êrîşên xwekujî pêk anîn. Di êrîşan de 4 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest da.
Çavkaniyên ewlekariyê yên li herêmê, diyar kirin di êrîşên bombeyî yên çeteyan ên li Til Kesîbe ya di navbera Kerkuk û Tîkrîtê de 4 wezîfedarên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan 28 jî birîndar bûn.