Akademiya Şehîd Xebat dewreya perwerdeyê ya 40 ciwanên Efrînê ku nû tevlî nava refên YPG û YPJ’ê bi dawî kir.
Akademiya Şehîd Xebat dewreya perwerdeyê ku 2 meh berê bi navê ˮŞehîd Bagokˮ ji 40 ciwanên ku nû tevlî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bûne re dane destpêkirin bi merasîmekê bi dawî kir. Di dewreyê de şervanan perwedeya leşkerî û bîrdozî dît.
Piştre ku şervanên ku nû tevlî nava refên YPG û YPJ’ê bûne soz dan ku dê heta dawiya jiyana xwe ji bo parstina xak û gelê xwe bikin. Nasnameyên leşkerî yên YPG û YPJ’ê li wan hate belavkirin.
Di dawiya merasîmê de şervanan stran gotin û govend gerandin.