Akademiya şehîd Xebat a Kantona Efrînê dewreya perwerdeyê bi navê şehîd Hawar ji 33 şervanan re bi dawî kir.
Di dewreya ku 2 mehan dom kir de şervanan waneyên bîrdozî û leşkerî yên weke: ˝ Dîroka kurdistanê, rastiya serokatî, rêveberiya xweseriya demokratîk, dîroka jin, şerê taybet û hunera şer˝ dîtin.
Di merasîma dawîkirina dewreyê de gelek fermandarên YPG´ê û YPJ´ê û Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Ebdo Îbrahîm amade bûn.
Piştî deqeyekê rêzgirtin, toraneke leşkerî ji aliyê şervanên ku deweriya xwe bi dawî kirine ve hate lidarxistin û sûnda leşkerî xwarin.
Marasîm bi dirûşmeyên bijî berxwedana YPG´ê û YPJ´ê bi dawî bû.